Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokên Şer yên Sûrî Bingehên DAÎŞ li Sûriyê Dikin Armanc


Firokên şer yên hikûmeta Sûriyê îro Yekşemê bingeheke mîlîtanên Dewleta Îslamî (DAÎŞ) û jimareke bajarokên din ku li jêr kontrola Cîhadiyan in bombebaran kirin. Li gorî çalakvan radigihînin, di van êrîşên asmanî de bi kêmî 11 kes hatin kuştin.

Ev bûye bêtirî salekê ku hêzên asmanî yên Serok Beşar Esed hema yekcarî herêmên li jêr kontrola Dewleta Îslamî li bakurê Sûriyê nekirine armanc. Li şûna wê, wan êrîşî rêxistinên din yên serhildayan dikirin.

Lê ji dema ku rêxistina Îslamî piraniya bakur û rojavaya Îraqê li Hezîrana bûrî kontrol kiriye, firokên şer yên Sûrî bi awayekî bêtir çekdarên Îslamî yên radîkal dikin armanc.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ku bingeha wê li Brîtanya ye, got ku bi kêmî 19 êrîşên asmanî li bingehên Dewleta Îslamî li bajarê Reqa yê bakur rojhilata Sûriyê dan.

Di encamê êrîşê de 16 endamên rêxistina tundrê hatin kuştin û 40 din birîndar ketin. Ji bilî wan jî 22 qurbaniyên sivîl ketin, lê ne diyar çend ji wan hatine kuştin û çend birîndar bûne.

XS
SM
MD
LG