Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alan Reşik: Amerîka bi Riya Kurdan Şerê DAÎŞê Dike


Obama
Obama

Serokê Amerîkî Barack Obama roja Duşemê piştrast kir ku hêzên Pêşmerge û yên Îraqê bi alîkariya êrîşên asmanî yên Amerîkî Bendava Mûsilê ji bin kontrola çekdarên Dewleta Îslamî (DAÎŞ) ve vegerandin.

Birêz Obama herwiha ragihand ku alîkariya asmanî ya Amerîka jibo hêzên Kurd û Îraqê dê her berdewam bikin, madem ku ew şerê DAÎŞê dikin.

Di vê derbarê de çalakvanê siyasî Alan Reşik ji Dengê Amerîka re dibêje ku alîkariya Amerîkî dê bi vî awayî berdewam bike, jiber ku Amerîka naxwaze hêzên xwe yên asayî bişîne Îraqê, lewra Washington ti pirsgirêk tune ye ku êrîşên asmanî zêdetir jî bike.

Birêz Reşik yê ku li wîlayeta North Carolina ya Amerîkî dijî, herwiha dide zanîn Amerîka amade ye li deverên din yên Îraqê alîkariya asmanî pêşkêşî hêzên Îraqê bike da ku şerê DAÎŞ berdewam bikin.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, fayla dengî ya jêrîn klik bikin.

Hevpeyvîn bi Alan Reşik re
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:20 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG