Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama Kontrolkirina Bendava Mûsilê ji Aliyê Hêzên Kurd û Îraqê ve Piştrast Dike


Serokê Amerîkî Barack Obama dibêje, artêşa Amerîka alîkariya hêzên Îraqê û yên Kurd kiriye ku bendaveke sereke li bajarê Mûsilê ji destê çekdarên Dewleta Îslamî derxînin.

Di gotareke kurt de li Koçka Spî do Duşemê, Serokê Amerîkî got, eger mîlîtanan ziyan bigihandana Bendava Mûsilê, dê lehiyên bobelatî li bakurê Îraqê qewimîbana û bi hezaran xelk hatibana kuştin.

Birêz Obama dibêje, Amerîka pêşketineke girîng li Îraqê dibîne û alîkariya şerê terorîstan dike û çek û alîkariyê pêşkêşî hêzên Kurd û Îraqî dike.

Serokê Amerîkî herwiha got, dê Amerîka piştgiriya xwe bo hikûmeta nû hatiye damezrandin berdewam bike û dê herwisa hevpeymaniyeke navneteweyî ava bike jibo anîna alîkariya mirovahî bo gelê Îraqê.

XS
SM
MD
LG