Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vîyan Dexîl: Em Nikarin Êdî li Şengalê Bimînin


Parlamentera Kurdên Êzîdî Vîyan Dexîl ku li Stenbolê nexweşxaneyeke taybet tê derman kirin, dubare banga alîkarîyê jibo gelê Şengalê dike û dixwaze, welatên cîhanê Êzîdîyan bihewînin.

Birêz Dexîl, piştî ketîna helîkoptêra ku alîkarî dibir ji gelê Çîyayê Şengalê re birîndar bûbû û ev demeke li Stenbolê tê derman kirin.

Vîyan Dexîl
Vîyan Dexîl

Xanim Dexîl, kesên têne serdanê re dubare banga alîkarîyê dike û dixwaze hewildanên jibo xelkê Şengalê yên koçber bûne werin bilez kirin.

“DAIŞ’ê bi serê xwe nedikarî van êrîşan bike. Ji gund û cîranên dorûberê xîyanet li me hate kirin. Loma em nikarin êdî li Şengalê bimînin.”

Dexîl herwiha pêwîstîya peydakirina cihên bi ewle jibo civata Êzîdî tîne ziman û ji alîyên Kurd û civaka navnetewî dixwaze wan biparêzin, jibo ku careke din Êzîdî rastî fermanan neyên.

Peyamnêr Salih Turan
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:23 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG