Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Hewil Dide Vîdyoya Serjekirina Foley Piştrast bike


Karbidestên Amerîkî karê xwe didomînin ku serjêkirina rojnamevanê Amerîkî James Foley piştrast bikin.

Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAÎŞ) do vîdyoyek belav kiribû ku tê de serjêkirina Foley nîşan dida, wek mesajekê ji Amerîka re ku êrîşên esmanî li ser DAÎŞ dike.

Berdevka Civata Ewlekarî ya Netewî ya Amerîkî Caitlin Hayden do şev got, eger ew vîdyo rast be, Amerîka bi wê kuştinakarîya hovane pir eciz bûye.

Dayika Foley, Diane bang li DAÎŞ kir ku nema kesên dîl nekuje. Wê got, ew kesên girtî masum in û alaqa wan bi sîyaseta hikûmeta Amerîkî ya li Sûrîye û Îraqê tuneye.

“Kurê min canê xwe fêda kir ku jibo cîhanê nîşan bide ku gelê Sûrîyê çi êş û zehmetîyan dibîne.”

Di vîdyoya behskirî de DAÎŞ dibêje, rojnamevanekî dinyê Amerîkiî, Steven Sokoloff jî di destê wan de ye û jîyana wî girêdayî biryar û kiryarên Serokê Amerîka Barack Obama ye.

XS
SM
MD
LG