Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abdulhakîm Daş Agahîyan ser Alîkarîyên jibo Koçberên Şengalê Dide


Ev demek e ku li Stenbolê kampeyneke berfireh ya jibo gelê Êzîdî yên li Şengalê hatiye destpê kirin.

Alîkarîyên mirovî yên ku bêhtir ji pêdivîyên jîyanî pêk tên, li Stenbolê 3 navendên cuda têne berhev kirin ku wê ji ser sînora Kurdistana Sûrîyê werin şandin.

Serokê Federasyona Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Tirkîyê Abdulhakîm Daş, ji Dengê Amerîka re behsa berhevkirina van alîkarîyan dike.

“Em nêzîkî 100 komeleyên bajar, bajarok û gundên Kurdan yên girêdayî federasyona me li Stenbol û Herêma Marmarayê beşdarî berhevkirina alîkarîyan dibin. Armanca me ev e ku di demeke nêzîk de ev alîkarî bigihînin gelê Şengalê.”

Birêz Daş dîyar dike, zulmeke pir mezin li ser Kurdan tê kirin ku sedema van êrîşên dawî jî pêşîgirtina hewlên serxwebûna Herêma Kurdistanê bû.

XS
SM
MD
LG