Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nexweşên Nû yên Ebola li Nejîryayê Peyda Dibin


Karbidest li Nejîryayê dibêjin ku jibo cara yekem vîrusa Ebola li welat li nav wan kesan belav bûye ku peywendiyeke rasterast bi nexweşê yekem li welat tune bûn. Ev yek jî xeleka kesên vîrus gihiştiye wan firehtir dike.

Ev pêşketin tê, li dema ku Rêxistina Saxlemiya Cîhanî (WHO) ragihand ku jimara kesên jiber vê nexweşiyê li Rojavaya Afrîkayê mirine gihiştiye 1427 kesan. WHO roja Îniyê got ku 2615 kêsên piştrastkirî yên Ebola li welatên Gunea, Liberia, Sierra Leone û Nejîryayê hene.

Wezîrê saxlemiyê yê Nejîryayê do Îniyê ragihand ku hatiye piştrastkirin du kesên nû bi Ebola hene. Herdu nexweşên nû ti peywendiyeke rasterast ligel Patrick Sawyer nebûn, ew jî nexweşekî Liberî Amerîkî ye ku cara yekê vîrus ji Liberia anî Lagos.

Wezîrê saxlemiyê Onyebuchi Chukwu dibêje nexweşên nû hevserên karmendên saxlemiyê ne, ewên ku peywendiya wan ligel Sawyer hebûn. Wî got, jimara piştrastkirî ya nexweşên Ebola gihiştiye 14 kesan ku pênc ji wan mirine.

XS
SM
MD
LG