Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Keşmîrê Şer di Navbera Hindistan û Pakistan de Derdikeve


Bi kêmî çar gundiyên herêma Keşmîrê hatin kuştin û jimareke din birîndar bûn, dema ku şerek di nîvê şevê de navbera hêzên Hindî û Pakistanê li herêma bakurî ya kêşebar. Karbidestên leşkerî dibêjin ku du kuştî li aliyê Hindistanê bûn û du yên din ji aliyê Pakistanê bûn.

Her welatek yê din bi destpêkirina şerî tawanbar dike. Şer heta Şemiyê sibehê li hinek deveran berdewam dikir.

Girjiyê wexteke zûtir vê hefteyê destpê kir dema ku Hindistanê gotûbêjên hefteya were ligel Pakistanê betal kir. Wê got, sedema vê betalkirinê civînek bû di navbera balyozê Pakistan li New Delhî û cudaxwazên Keşmîrê de. Ji mêj ve herdu alî li hêviya van gotûbêjan bûn.

Pakistan dibêje, ew bi awayekî asayî her berî gotûbêjekê bi Hindistanê re ligel rêberên Keşmîrê kom dibe da ku danûstandinên biwate li ser pirsgirêka Keşmîrê werin kirin.

Keşmîr di navbera Hindistan û Pakistan de hatiye dabeşkirin, lê herdu welat îdîa dikin ku ew herêm hemû ya wan e. Ji dema serxwebûna ji Brîtanya di sala 1947an de herdu welatan sê caran şer kirine, du ji wan li ser Keşmîrê bûn.

XS
SM
MD
LG