Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Heşt Kesan Bidar Vedike


Tê ragihandin ku hikûmeta Çînê heşt kes ji herêma bakur rojavayî ya Xinjiang bidarve kiriye. Ev kes bi êrîşên terorîstî hatibûn tawanbar kirin. Desthilatdar dibêjin, sê ji wan heşt kesan plan dikirin ku sala bûrî êrîşeke xwekuj li Meydana Tiananmen ya Pekînê pêk bînin.

Ajansa fermî ya nûçeyan li Çînê Xinhua îro Yekşemê got ku di nav tawanên grûpê de çêkirina madeyên teqînok, kuştina karbidestên hikûmetê û avakirina rêxistineke terorîst cih digirin. Gelek ji wan kesan Misilmanên Uighur bûn yên ku tevlî tevgereke cudaxwaz ya tund bûne.

Polîsê Çînê bi hezaran xelk li Xinjiang girtine û cezayên dem dirêj bo zindankirinê dane gelekan ji wan.

XS
SM
MD
LG