Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dewleta Îslamî Firokxaneya Tebqa Kontrol Dike


Çekdarên DAÎŞê li kolanên bajarê Reqa.
Çekdarên DAÎŞê li kolanên bajarê Reqa.

Çalakvanên Sûrî dibêjin ku çekdarên Dewleta Îslamî beşek ji firokxaneyeke leşkerî ya hikûmeta Sûriyê li bakurê Sûriyê kontrol kirine.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ku bingeha wê li Brîtanya ye dibêje ku şer û pevçûn îro Yekşemê jibo kontrolkirina firokxaneya Tebqa berdewam dikin. Firokxane dora 45 kîlometran dûrî navenda bajarê Reqayê dikeve. Reqa wekî bingeha rêxistina Dewleta Îslamî tê dîtin.

Rêxistineke din jî bi navê Komîteyên Hemahengiya Xwecihî dibêje ku çekdarên cîhadî bi temamî firokxaneya leşkerî kontrol kirine.

Çekdarên tundrê hefteya bûrî êrîşa xwe li ser Tebqa destpê kiribûn. Çavdêriya Sûrî dibêje, bi kêmî 100 çekdarên Dewleta Îslamî di vî şerê de hatine kuştin û 300 din birîndar bûne. Herwiha ji aliyê rejîmê ve 25 leşker hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG