Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Dehan Kes di Ava Çemê Botanê de Çûn


Bi dehan kesên kû çûbûn Seyranê, di lehiyê ava çemê Botanê de çûn, 6 kes wûnda ne.

Roja Yekşemê dema ku qapaxên bendava Alkumruyê ya ku li ser çemê Botanê ye hat vekirin, tê îdîakirin ku jin û zarok jî d nav de, bi dehan kes kes di avêde çûn. Tîmên rizgrkirinê 10 kesan xelas kirin, lêgerina wundayan dewam dike.

Di navbera Sêrt û bajaroka Tiloyê de, li deve çemê Botanê cîhên seyranê hene. Şêniyên derdorê bi taybetî rojên Şemî û Yekşemê bi malbatî diçin deve çem seyranê. Dema ku ava bendavê tije dibe, qapaxên barajê tê vekirin lê saetek du saet beriya berdana avê bi sinyalan xelqên derdorê tên hişyarkirin da ku ji kes li deve çem nemine. Lê li gorî îddiayan ev car tu hişyarî çênebûye û ji nişkeva ava bilind bûye. Endamên 4 malbatên ku hatine seyranê di avê de çûne. Heta neha 10 kes hatine rizgar kirin lê 6 kes hê jî wunda ne.

Cîgirê Waliyê Sêrtê Mustafa Pala di derbarê bûyerê de got li herêma “qedexe” qepaxên bendavê hatine vekirin.

Serokê Komela Mafê Mirovan yê Sêrtê Evuqat Zana Aksû û Hevşaredarên Sêrtê jî bi hewarê çûn. Zana Aksu ji Dengê Amerîka re derbarê bûyerê de zanyariyan parvekir û got “Ne raste ku dibêjin ew der qada qedexe ye. Ew der ciyê seyranê ye û dawiyê heftê şêniyên derdorê diçin deve çem seyranê.”

Piştî ku bûyer hate bihîstin bi hezaran kes çûn ber Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê da ku li ser rewşa dawî agahiyan bigirin û li dijî walî dirûşman avêtin. Lêgerina 6 kesên wunda dewam dike.

peyamnêr Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:25 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG