Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Barî: Saxlemîya Penaberan Bi Taybet ya Zarokan Xirabe


Dr. Barî Mehmud gote Dengê Amerîka rewşa saxlemîya wan penaberan bi taybet zarokan xirabe ji ber nexweşîyên havînê û germê û kêm paqijîyê.

Pitir ji 400,000 penaberan xwe li bajarê Dihokê girtîye piştî komela tîroristî ya bi navê DAÎŞ hêrîş kirîye ser Êzdîyan li devera Şengalê. Gelek ji wan penaberên kû piranîya wan zarok in di rewşek saxlemî ya xirab de ne ji kêmxwarin û nebûna ava paqij û germa havînê.

Komela Pizîşkên Kurdistanê li Elmanîya tîmekê alêkarîyê hinartîye parêzgeha Dihokê. Serokê wê Komelê û rêberê tîmî Dr. Barî Mehmud gote Dengê Amerîka rewşa saxlemîya wan penaberan bi taybet zarokan xirabe ji ber nexweşîyên havînê û germê û kêm paqijîyê.

Jibo guhdarîkirina hevpayvîna Dexîlê Şemo digel Dr. Barî vî failê deng dagire:

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:51 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG