Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Cara Dawî Wek Serokwezîr Beşdarî Civîna Desteya Wezîran Bû


Civîna Desteya Wezîran ya hikûmeta Tirkîyê cara dawî wek Serokwezîr bi Seroktiya Recep Tayyîp Erdogan civîya.

Li civîna ku roja Duşemê li paytext Enqerê pek hat, hemû wezîrên hikûmetê beşdarî kirin.

Namzedê Serokwezîrtiya Tirkîyê Ahmet Davutoglu jî wekî wezîrê derve yê Tirkiyê cara dawî beşdarî li civîna Desteya Wezîran kir ku tê çaverê kirin, êdî wekî Serokwezîrê Tirkîyê seroktiya van civînan bike.

Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê Bulent Arinç, gotûbêjên civînê bi kombûneke rojnamevanî ragihandin.

Birêz Arinç da xuya kirin, wê parlemena Tirkîyê bi merasîmeke taybet ya sonda serokomariyê û radestkirina vê postê jibo Birêz Erdogan, li 28’ê Tebaxê bicive ku li dema serokomariya Abdullah Gul ev merasîm pêk nehatibû û di dilê wan de mabû.

Cîgirê Serokwezîr bal kişand ser daxuyanîyên Wezîrê ji Pêvajoya Çareseriyê Berpirsiyar Beşîr Atalay ku gotibû divê em bi rêvebirê PKK’ê yên Qendîlê re jî rûnin.

“Me li civînê bi firehî li ser pêvajoya çareseriyê û nexşêreyê gotûbêj pêk anîn. Me jî daxuyanîyên Birêz Atalay şopandin. Em li ser tiştên hatine kirin û yên em bikin peyivîn. Gava herî dawî jibo pêvajoya çareseriyê ku me avêtiye derxistina 6 madeyên li parlemanê hatine derxistin e. Em ji niha şûn de dikevin qonaxa nexşerêya avêtina gavên berçav û diyarkirina wan gavên werin avêtin.”

Bulent Arinç, behsa rabûna ava çemê Botanê jî kir.

“Em pir xemgîn in ku hin hemwelatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Ji 12 kesên ber ava çem ketibûn 6 ji wan hatine rizgar kirin, 5 kesan jî can da. Jibo dîtina keçikeke winda xebat berdewam dikin. Her ku alarma hişyarîyê lê dide jî bêyî bêyî texmîna wan ava çem rabûye û bandor li ser hemwelatiyan kiriye.”

Civîna Dawî ya Kabîneya Erdogan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:14 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG