Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka: Hêza Leşkerî li Dijî DAÎŞê li Sûriyê Ne Alava Bitenê Ye


Berdevkê Koçka Spî Josh Earnest.
Berdevkê Koçka Spî Josh Earnest.

Serokê Amerîkî Barack Obama hîn biryarek nestandiye jibo pêkanîna bijareyên leşkerî li Sûriyê dijî radîkalên rêxistina Dewleta Îslamî.

Berdevkê Koçka Spî Josh Earnest do Duşemê got ku li vê dema ku Amerîka cidî ye derbarê rûbirûkirina gefeya Dewleta Îslamî, hêza leşkerî ne alava bitenê ye.

Wî herwiha ragihand ku çareya bitenê ya karîger dê beşdariyeke aktîv ya hikûmeteke berfireh û bibandor li Îraqê be.

Birêz Earnest got, belgeya komployeke aktîv ya Dewleta Îslamî li dijî Amerîka tune ye.

Wexteke zûtir roja Duşemê, Sûriyê ragihand ku ew amade ye bi civaka navneteweyî re kar bike da ku bihevre şerê mîlîtanên Dewleta Îslamî li Sûriyê bikin. Sûriyê got ew dikare bi Amerîka û Brîtanya re di vî derbarî de kar bike, lê hişyarî da ku çi êrîşên ku werin kirin, divê bi hevkarî be ligel Şamê.

Wezîrê Derve yê Sûrî Welîd Mualim do Duşemê got ku Sûriye amade ye alîkariya bicîanaîna bernivîseke Civata Ewlekariya NY bike. Bernivîs wexteke zûtir vê mehê hatibû standin. Ew plan dike alîkariya diravî û çûna çekdarên biyan bo Dewleta Îslamî û Cehbet el Nusra li Sûriyê rawestînin.

Hêjayî gotinê ye, Amerîka nuha êrîşên asmanî li dijî çekdarên Dewleta Îslamî li bakurê Îraqê pêk tîne. Ev êrîş ji Pêşmergeyên Kurd re bûne alîkar ku Bendava Mûsilê vegerînin.

XS
SM
MD
LG