Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Teqîna Otombîlek Bombekirî li Paytextê Îraqê 10 Kes Hatin Kuştin


Otombîlek bombekirî îro spêdê li taxeka piranî Şîa li paytextê Îraqê hat teqandin û bi kêmî ve 10 kes hatin kuştin û 31 kesên din birîndar bûn.

Ev êrîşe hat kirin rojekê piştî jimarek teqînan li Îraqê ku bi kêmî ve 20 kes kuştin ku 11 li wan li mizgefteka Şîa li heman taxê hat kirin.

Îraq bizavê dike ku bersîngî alozkariyan bigire ku her ev sal pitir ji 10,000 kuştî hebûn, ew jî di demekî de ku çekdarên komela ya binavê Dewleta Îslamî çend dever li bakur û rojava wî welatî control kirye.

Amerîka û welatên din helwîsta xwe diyar kirye li ser giringîya pêkanîna hikûmetek nû li Îraqê ku nûneriya kêmaniyên Îraqê bike wek pişkek serekî bo vegerandina tenahiyê bo welatî.

Roja Dûşembî, Cêgirê Serokê Amerîka Joe Biden got Îraq pêşveçûnek siyasî kirye ku ji aliyê welatên herêmê û cîhanê piştevanî lê hatiye kirin.

XS
SM
MD
LG