Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl û Felestînî li ser Agirbesê Rêkeftin


Felestînî şahiya dikin piştî ragihandina agirbesê îro li Gaza
Felestînî şahiya dikin piştî ragihandina agirbesê îro li Gaza

Îsraîl û Felestînî gehiştin rêkeftinê li ser agirbesekê ku demê wê nehatiye diyar kirin, ew jî piştî şerê 50 rojan li devera Felestînî li ser Derya Naverast.

Agirbesê îşev destpê kir piştî Misirê navberiya rêkeftinê kirî ku têda Îsraîl dibêje dê dorpêçê li ser Gaza sist bike ku rêka Gaza bê dan alîkariyên mirovanî û kersteyên avakirinê wergire bo alîkarî kirina wê devera şerî helwişandî.

Wek pişkek ji agirbesê, herdû aliyên neyar rêkeftin ku di mehekê de danûstandinan li ser çend pirsan destpê bikin ji wan, daxwaza Îsraîlê ku Hamas bê ji çekkirin û daxwaza Felestînyan bo bi dawî anîna dorpêça li ser wan û vekirina bender û firîngehê.

Li şerê ku li 8 meha heft destpê kir, heta niha pitir ji 2,100 Felestînê hatin kuştin ku piranya wan sivîl bûn, û Îsraîlê 68 qurbanî hebûn ku çar li wan serbaz bûn.

XS
SM
MD
LG