Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama: Amerîka Çi Caran Tiştan ji Bîr Nake


Serokê Amerîka Barack Obama soz da ku dadperweriyê bi cih bînin bo rojnamvanê Amerîkî James Foley yê ku sala 2012 li Sûrîyê hatibû girtin û heftiya bûrî bi destê DAÎŞ hat kuştin.

Serok Obama got “Amerîka tişta ji bîr nake, destê me dirêje. Em bêhinfrehîn. Dadperwerî dê bê bi cih bînin. Me gelek caran diyar kirye ku ya pêdivî be dê bikin da wan kesan bigrîn ku zîyanê digehînin Amerîkîyan.

Em dê berdewam bîn ku kiryarên rastewxwe bikin heke pêdivî be da xelkê xwe biparêzîn û berevaniyê li welatê xwe bikin. Û seretana wek DAIŞ ji reh û rîşal helkêşîn ku eve jî asan nabe û bilez nabe.” Herwiha Serok Obama dubare kireve ku welatê wî hêzên peyade naşîne Îraqê.

Amerîka serê vê mehê dest bi êrîşên esmanî dijî DAIŞ li Îraq kir. Rêzdar Obama ferman da ku firînên zerevaniyê hindav Sûrîyê bên kirin.

XS
SM
MD
LG