Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê Pêşengehên Wêneyan jibo Alîkarîya Gelê Şengalê û Rojava


Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) li Stenbolê meydanên ku çûnûhatina zêde li wan heye, pêşengehên wêneyên trajedîya Êzîdîyên Şengalê û Rojavayê Kurdistanê vedike.

Li dema pêşandana wêneyên karesatê, banga alîkarîyên mirovî jibo gelê Êzîdî û Kurdistana Sûrîyê tê kirin.

Di belavokên li xelkê têne belavkirin de jî daxwaz tê kirin, ji penaber û qurbanîyên van karesatan re hevkar bibin.

Rêvebirê HDP’ê yê navçeya Şîşlî Mahmut Çavli, ji Dengê Amerîka re dibêje, “Em her roj li çend cihên cuda van çalakîyan li dar dixin û jibo bibin hevkar, bala xelkê Stenbolê dikişînin ser rewşa Êzîdîyên Şengalê û Rojavayê Kurdistanê.”

Pêşengehên wêneyên karesata Şengalê û kuştinkarîyên DAÎŞ’ê yên li ser xelkê Kurdistana Sûrîyê heta roja Înîyê berdewam dikin.

Salih Turan
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:14 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG