Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mehmet Nûr Açil: Bi Êrîşên DAÎŞ’ê Dixwazin Gelê Me ji Hevdu Belav Bikin


Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) yê Navçeya Beyoglu ya Stenbolê Mehmet Nûr Açil, ji Dengê Amerîka li ser êrîşên Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê (DAÎŞ) dipeyive.

Rêvebirê HDP’ê ji Dengê Amerîka re wiha dîyar dike:

“Hin hêzên di nav sîstema DAÎŞ’ê de cî digirin, bi van êrîşan dixwazin, gelê me ji hevdu belav bikin. Lê, wê gelên bindest yên herêmê di encamê de, bi ser bikevin.”

Açil bi bîr dixe, partîya wan bi hevkarîya dezgehên sîvîl û gelê Kurd li Stenbolê çalakîyên şermezarkirina DAÎŞ’ê û alîkarîya Kurdên Êzîdî bê navber berdewam dike.

Rêvebirê HDP’ê Açil daxwaz ji gel dike ku alîkarîya wan bikin.

"Hemî kesên ji xwe re dibêjin mirov, divê xwedî li wî gelê ku aware bûye derkevin û erka xwe ya mirovî bi cî bînin."

Ew balê dikişîne ser ol, mezheb û gelên cuda yên Rojhilata Navîn û hêvîya xwe ya serkeftina gelên bindest yên rastî van êrîşan tên dubare tîne ziman.

Salih Turan*
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:53 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG