Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêjê Hêzên Rûsya Ketin Nav Axa Ukrayna


Artêşa Ukrayna dibêje, hilgirên neferan yên zirxîn ji Rûsya ketine nav rojhilata Ukrayna.

Berdevkekî artêşa Ukrayna îro Çarşemê got, wan ew wesayît li başûrê Donetsk dîtine ku serhildayên ser bi Rûsya şerê hêzên Ukraynî dikin.

Ew tawanbarî di demekê de tê ku rojekê berê Rûsya penasînê kiribû ku hêzên Rûsî bi şaşitî ketin nav axa Ukrayna.

Kîyev pir caran Moskow sûcdar dike ku çek ji serhildayan re peyda dike û destek dide rojhilata Ukrayna ya Rûsîaxêf. Lê, Rûsya îdîayên wî rengî berdewam red dike.

XS
SM
MD
LG