Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hemwelatîyê Amerîkî ku Endamê DAÎŞ Bû li Sûrîyê Hate Kuştin


Berdevka Konseya Ewlehî ya Amerîka Caitlin Hayden do Sêşemê bi daxuyanîyeke ragihand ku ew jî kuştina hemwelatîyekî Amerîkî li Sûrîyê agahdar in.

Xanim Hayden got, agahîya wan hebû ku hemwelatîyê Amerîkî Douglas McCain li Sûrîyê bû û ligel DAÎŞ şer dikir.

Karbidestên Amerîkî bawer dikin ku bi dehan Amerîkîyên din hene ku li Îraq û Sûrîyê di nav DAÎŞ de şer dikin.

Hayden got, rêvebirîya Amerîka hewlên xwe didomîne ku rê li ber hemwelatîyan bigire ku herin dervayê welêt û tev li cîhada tundrê bibin.

Apê McCain ji CNN re gotiye ku birazê wî çend sal berê ola xwe ya Kristîyanî hêlaye û bûye Misilman.

XS
SM
MD
LG