Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bajarvaniyanên Diyarbekirê Jibo Şengaliyan Kempekê Ava Dikin


Panaberên Êzîdî.
Panaberên Êzîdî.

Ji 9ê Tebaxê vir de 1200 awareyên Şengalê gihîştine Diyarbekirê û di van du rojên dawî de jî li dora 3 hezar kesên dîtir digihêjin. Jibo nêzî 3 hezar Şingalîyên ku li Şirnexê bûn, li Qada Geştê ya Şaredariya Yenîşehirê kempek tê ava kirin. Di vê kempê de bi hevkariya bajarvaniyên Diyarbekirê, wê 400 kon werin vedan.

Li kempê tesîsata serşok û destavê, cilşoxaneyan, navenda tenduristiyê jî hatine çêkirin. Her weha li vê meydanê mutbex jî hatiye danîn û di heman demê ji konek jî weke navenda rehabîlîtasyonê hatiye bikesy kirin.

Heta niha 1100 kes li kempê hatine bicihkirin. Piraniya awareyan ku hatine dibêjin naxwazin vegerin Şengalê jiber ku gelek xizmê wan li wir hatin kuştin û tu ewlehiya wan jî nîne.

Li meydana kempê bi dehan malbat li ser livînan rûniştine û li bendê ne ku derbasê konên xwe bibin. Dema ku çîrokê wan gohdar dikin, trajediyên mezin dertên holê. Nazo û keçika wê Sîdrîs du roj berê hatine Diyarbekirê. Sîdrisa biçûk jiber ku bi rojan li çiyayê şengalê di bin tîra rojê de maye, nexweş e.

Elî jî bi malbata xwe re ji DAİŞê reviyane. Ew jî nû hatine Diyarbekirê û li bendê ne ku kona wan temam bibe. Lawê Elî seqet e û bi rojan wî li pişta xwe kiirye û anîye. Elî dibêje dayika wî 90 salî ye û jiber ku lingê wê şikestibûye li çiya hîştine.

Şingalê li Amedê
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:54 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG