Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xidir Ebdulkerîm: DAÎŞ ji Çêkirina Rejîma Beşar Esed e


Amerîka hewil dide ku derbasî Sûrî bibe, bo têkbirina hêlînên DAIŞ li Sûrî, lê hîn jî biryar ji Serokê Amerîka û karbidestên wî nehatiye dan.

Coşek mezin li ser vê xalê derketiye holê, him li nav Karbidestên Amerîkî him jî li nav zilhêzên cîhanî, ku tevde ketine bin metirsîna gefên DAIŞê, û ji aliyê din ve jî gelê Sûrî bi hemû pêkhateyên xwe çavriya êrîşên leşkerî dikin ta ku ji tundutijya hovane ya DAÎŞ rizgar bibin.

Di derbarî vê mijarê de çalakvanê mafên mirov Xidir Ebdulkerîm ji Dengê Amerîka re dibêje, rejîma Sûrî tawanbarê wêrana ku li ser destê DAÎŞ dibe û herêm tevde kiriye meydana pevçûnên tundrê.

Çalakvanê Kurd herwiha dibêje ku miletê Sûrî bi tevayî dixwaz bi çi rengî be, ji DAÎŞ rizgar bibin.

Birêz Ebdulkerîm dibêje ku DAÎŞ nikare şaxê xwe di nav civaka Kurd de berde, lê bi tenê di nav deverên Ereb yên feqîr ew hêlînên xwe durist dike.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, fayla dengî ya jêrîn klîk bikin.

Hevpeyvîna Xidir Ebdulkerîm_LA _08_31
please wait

No media source currently available

0:00 0:09:44 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG