Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malikî: Ewê Îraq Bibe Goristan jibo Dewleta Îslamî


Serokwezîrê Îraqê Nûrî el Malikî soz dide ku welatê wî dê bibe goristanek bo rêxistina Dewleta Îslamî, li wê dema ku wî pîrozbahiya azadkirina bajarokekî ji mîlîtanên Îslamî kir.

Birêz el Malikî roja Duşemê serdana bajarokê Amirlî yê nû azadkirî kir û soz da ku wan leşkerên ku ew azad kirine xelat bike. Wî got, çekdarên Dewleta Îslamî lawir û kujer in.

Ji dema ku hêzên Îraqê roja Yekşemê derbasî bajarok bûne, xwarin û av û derman tên Amirlî. Bi vê yekê jî dorpêçkirina du mehan dirêj ji aliyê Dewleta Îslamî ve bidawî hat.

Hêzên Îraqê, bi piştgiriya şervanên Kurd û mîlîşyayên Şîa, herwiha bajarokekî din roja Duşemê azad kirin.

Ji Hezîranê de bajarokê Silêman Beg yê ku li başûrê Kerkûkê dikeve, li jêr kontrola mîlîtanên Dewleta Îslamî bû.

Karbidestên Amerîkî dibêjin, êrîşên asmanî yên Amerîkî alîkariya hêzên Îraqê û Pêşmegeyan kirine ku mîlîtanên Dewleta Îslamî bi paş de vegerînin.

XS
SM
MD
LG