Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Feleknas Uca: Divê Şengal ji Ereban Were Paqij Kirin


Parlementara berê ya Parlemena Ewropayê Feleknas Uca, ku bixwe jî Kurdeke Êzîdî ye, wek endama şandeya çavderî û lêkolînkirinê, rewşa Êzîdîyên Şengalê dinirxîne.

Birêz Uca, piştî xebatên heyeta Kongra Civaka Demokratîk (KCD) li nav penaberên Êzîdî, li Stenbolê beşdarî hin çalakîyan bû.

Xanim Uca, ji Dengê Amerîka re behsa şert û mercên giran yên Êzîdîyên Şengalê ku tê de derbaz dibin dike şîrove kir.

“Di sedsala 21’ê de trajedîyek mezin li pêşîya çavê cîhanê rû daye. Jiber tiştên ku min dîtin ne wek Êzîdîyek, lê wek însanekê jî min ji mirovahîya xwe fêdî kir.”

Birêz Uca bi berdewam dibêje ku cîranên Ereb yên Êzîdîyan di êrîşan di cîh girtine.

“Êzîdî bawerîya xwe bi kirîv û cîranên xwe yên Ereb anîn, lê wan jî bi hevalbendîya DAIŞ’ê komkujî li ser Êzîdîyan pêkanîn. Lewma jî dema Şengal rizgar bibe, divê herêm ji Ereban were paqij kirin.”

Uca ji civaka navnetewî daxwaza statuyeke taybet jibo Şengalê dike û banga alîkarîya çekan ji Yekîneyên Parastina Şengalê re dike.

Xanima Uca ji gelê Êzîdî jî dixwaze, dest ji axa xwe bernedin çimkî çûyîna Ewropa û welatên din ji wan re nabin çare.

Peyamnêr Salih Turan
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:21 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG