Netewên Yekgirtî daxwazê ji civaka nêvnetewyî dike alîkarîya parastina kêmanîyên Îraqê kû bûne armanca hêrîşên komela Dewlet al-Îslam. Komisyona Mafê Mirovan ya N.Y dibêjit, belge hene li ser pêşêlîyên mafê mirovan li deverên ketîne jêr destê wê komelê. Komisyon dibêje, ew pêşêlî sîstimatîk û bi mebest bûn bo çewsandina xwedî bawerên olî yên ne-Musilman û ewê desteyekê jibo vekolîna li ser van tawana bi hinêrit Îraqê.
Şandekê Êzdîyan li civîna Komisyona Mafê Mirovan ya N.Y amede bû û gutarek pêşkeşî civatê kir. Sê ji endamêm desteyê Dr. Seîd Pîr Çîço, Dr. Narîn Bedîa û Dr. Alî Husên Elyas mêvanên bernama Em û Sîyaset bûn;
Jibo guhdarîkirina bernamê linka deng dagire;