Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Sibe Gotarekê li ser Gefa DAÎŞ Pêşkêş Dike


Serokê Amerîka Barack Obama li bere roja Çarşembî bi şev li televizyonê gotarekê pêşkêş bike li ser plana wî bo bersîng giritina pêşveçûna milîtanên Dewleta Îslamî li Rojhilata Navîn.

Seraya Spî got Serok dê li ser gefa milîtanan û herwiha nexşa wî bo lawaz kirin û li dawiyê ji nav birina Dewleta Îslamî biaxive.

Rêzdar Obama roja Sêşembî digel Wezîrê Derve John Kerry kom bu bo danûstandinê li ser bijarên leşkerî, ji wan ka heke êrîşîn esmanî yên frokên Amerîka li ser bingehên DAÎŞ ji Îraqê bo Sûrîyê berfreh bikin an ne. Serok Obama dûr xist ku hêzên peyade yên Amerîkî bikar bîne.

Rawergirtinên giştî diyar dikin ku piştevaniya gelê Amerîkî zêde dibe bo zêdekirina êrîşên esmanî li ser DAÎŞ, bi taybet piştî ku vîdyoyên DAÎŞ hatin belav kirin ku serjêkirina du rojnamevanên Amerîkî nîşa dan.

Biryare ku rêberê Amerîkî îro digel çar rêberên bilind yên Kongiresa Amerîkî, ji Civata Senatoran Harry Reîd yê Demokrat, û Mitch McConnell yê Komarî, û ji Civata Nûneran, John Boehner yê Komarî û Nancy Pelosî ya Demokrat.

Karbidestên hikûmetê jî li çend rojên bên, dê digel her 535 endamên Kongiresê di peywendîyê de bin li ser gefa DAÎŞ û ka Amerîka li bere çewa bersivê bide.

Serok Obama cara dawiyê hêzên şerker yên Amerîkî piştî şerekê neh salan, berî sê salan ji Îraqê vekêşan. Lê wî nêzîkî 1,000 şîretvan bo Bexda şandî ne û ferman da ku bi tundî êrîşên esmanî li ser milîtanên DAÎŞ bê kirin.

XS
SM
MD
LG