Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama: DAÎŞ Rêxistineke Terorîst e û Vîzyona Wê Tenê Kuştinkarî ye


Serok Obama do gotara xwe ya şeva Çarşemê de rexneyên giran ji DAÎŞ re anî û kiryarên wê yên hovane şermezar kir.

“Divê em du tiştan ji hev cihê bikin. DAÎŞ ne Îslamî ye. Ti ol nikare kuştina kesên bêguneh rewa nîşan bide ku piranîya qurbanîyên DAÎŞ Misilman in. DAÎŞ herwiha ne dewletek e. Ew hevalbenda kevn ya El Qayde ye û alozîyên mezhebî û li Îraqê û şerê navxweyî yê li Sûrîyê ji xwe re kar anî.”

Serok Obama got, kurt û Kurmancî DAÎŞ rêxistineke terorîst e û vîzyona wê tenê kuştinkarîya wan kesan e ku mîna wê nafikre .

“Li herêmeke ku gelek xunrijandinê dîtiye, ew terorîstên DAÎŞ di hovitîya xwe de bê mînak in. Ew zarokan û herwiha kesên dîlgirtî dikujin. Jinên bêguneh direvînin, dest direjîya seksî li wan dikin û wan mecburî zewacê dikin. “

Serok Obama di gorata xwe de bêyî ku nav bide qala Kurdên Êzîdî jî kir û got DAÎŞ gefa jenosîdê li ser kêmanîyeke olî dike.

Obama bîr xist ku DAÎŞ du rojnamevanên Amerîkî Jim Foley û Steven Sotloff bi awayekî barbarî şerjê kirin.

“DAÎŞ ne tenê gefa ser Îraq, Sûrîyê û Rojhilata Navîn e, lê dijî hemwelatîyên Amerîkî, personelên me û avahîyên me re jî jî tehdîtek e. Ku bersîvdaneke nêye dayîn, dibe ku ew terorîstên DAÎŞ gefên mezintir li herêmê û Amerîka jî bike.”

XS
SM
MD
LG