Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Aştîparêz yên NY li Sûrîyê Hatin Berdan


Neteweyên Yekbûyî îro Pêncşemê dibêje, jimareke aştîparêzên wê li Sûrîyê hatine berdan ku çend roj in di destê Nusra de dîlgirtî bûn.

Daxuyanîya NY got, hemî 45 hêzên aştîparêz ku ji welatê Fiji ne, hatine serbest kirin û rewşa wan jî baş e.

Ew aştîparêzên NY di 28ê Tebaxê de hatibûn girtin, piştî ku çekdarên Nusra avêtibûn ser xaleke tixub yê li Girên Golan.

Hêjayî bîrxistinê ye komeke hêzên aştîparêz yên Fîlîpînî karîbûn ji wê êrîşê xwe bifiltînin.

Hêzên aştîparêz yên NY ji Şerê Arab-Îsraîlî ya sala 1973’an vir ve nobedarî li Girên Golan dikin.

XS
SM
MD
LG