Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abadî: Fransa Wê Piştgirîya Êrîşên Esmanî Bide Me


Serokomarê Îraqê Fuad Masum û Serokê Fransa Francois Hollande
Serokomarê Îraqê Fuad Masum û Serokê Fransa Francois Hollande

Serokwezîrê Îraqê Heyder el Abadî dibêje, Fransa jî qayil bû beşdarî li hevalbendîya navnetewî be û êrîşên esmanî li dijî DAÎŞ pêk bîne.

Abadî piştî axaftina xwe ligel Serokê Fransî Francois Hollande, îro Înê got jibo ku bikaribin şerê DAÎŞ bikin, ew hewceyî piştgirîya êrîşên esmanî ne.

“Serokê Fransî îro soz da min ku Fransa jî pişikdarî li hewla me bike û bi êrîşên esmanî li armancên terorîstên DAÎŞê bide.

Di preskonferansa hevbeş de Hollande jî dîyar kir ku Fransa heta niha 4 caran alîkarîya çekan şandin Îraqê û herwiha 66 ton alavên mirovahî dan wî welatî.

Hollande demeke zûtir ya îro ligel Serokomarê Îraqê Fuad Masum re jî hevdîtinek pêk anî.

XS
SM
MD
LG