Serokê Fransa Francios Hollande îro giheşte Hewlêra paytaxa Herêma Kurdistanê û ligel Serokê Herêmê Mesûd Barzanî kom bû.
Paş hevdîtinê her du rêber di presnkonferansekê de derketin pêş rojbamevanan û daxuyanî dan.
birêz Hollande got, Fransa wê berdewam alikarî bide pêşmergeyan ku şerê tundrêyan bike.
Birêz Barzanî ji spasîya Fransa kir û got, ew alîkarîya Fransa û hevalbendên din jibo hêzên pêşmerge piştgirîyeke mezin e.
Peyamhinêrê me Omer Ferhadî