Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Derbeya 12’ê Îlonê Li Stenbolê Hate Protestokirin


Derbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî di 34’mîn salvegera wê de, wekî gelek bajarên Tirkîyê li Stenbolê jî bi xwepêşandanekê hate protesto kirin.

Meş û xwepêşandana protestoyî roja Înîyê êvarê bi pêşengiya ‘Hewildana 78’an’ bi beşdariya 17 sazî, partî û dezgehên sivîl pêk hat.

Beşdarên li vê meşê amade bûn xwestin, hemû qanûnên ne demokratîk yên bermahiyên 12’ê Îlonê werin rakirin û li demeke nêz destûreke nû were çêkirin.

Herwiha rexne li hikûmeta Partiya Dad û Pêşvebirinê (AKP) hatin kirin ku sozên xwe bi cî nayîne û hîna bi hiqûqa darbeyê kar dike.

Mexdûrê 12’ê Îlonê Ehmed Serhat, ji Dengê Amerîka re destnîşan kir, “Qanûn û kiryarên darbeya leşkerî hîna berdewam in. Lazim e ew kiryar bi dawî werin û demokrasî li Tirkîyê were pêşxistin.”

Mexdûrekî din Mela Ahmet jî ji Dengê Amerîka re got, “Ew darbe li hemberî doza Kurd pêk hatiye ku mebest jî nehiştina têkoşîna bi hev re ya xortên Kurd û çepên Tirkîyê bû.”

Xwepêşandan 12’ê Îlonê bi vegotina bîranînên mexdûrên wê serdemê, piştî rûniştina qasî saetekê li ber Lîseya Galatasaray ya Taksîmê bi dawî bû.

Salvegera Derbeya 12ê Îlonê
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:10 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG