Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Hevpeymaniya NATO de, Tirkiyê Dixwaze Roleke Paş-Perdeyan Bilîze


Tirkiyê hêza mezin ya li cîhana Misliman e ku nêzîk nakokiyên li Sûriye û Îraq e. Jê tê çaverêkirin ku roleke girîng bilîze di hevpeymaniya NATOyê de li dijî rêxistina Dewleta Îslamî.

Li şûna vê yekê, Enqere ji hevalbendên xwe re gotiye ewê bi bêdengî li paş perdeyan kar bike û leşkerên xwe ji operasyonên şer dijî Dewleta Îslamî dûr bixe. Herwiha Tirkiyê da xuyakirin ku ewê rê nede NATO ku bingeh an jî axa wê bikar bînin da ku êrîşên asmanî jê pêk werin.

Ev helwesta Tirkiyê jiber du sedeman hatiye holê. Yek jê ew e ku Dewleta Îslamî bi dehan hevwelatiyên Tirk dîl kirine, di nav wan de diplomat jî hene. Ya din jî ew e ku Enqere bixem e ku serhildayên Kurd bihêz bibin, di encama şerê wê de li dijî mîlîtanên Dewleta Îslamî li Îraqê.

Welatên Rojava xeman dixwin ku Tirkiyê bi dizî rê dide mîlîtanên Dewleta Îslamî li ser erda wê bixebitin. Lê Enqere daxuyaniyên şermezarkirinê li dijî rêxistina Îslamî derxistin û gavên jibo kontrolkirina wê avêtin, wekî derxistina dilsozên berguman yên rêxistina Îslamî ya tundrê.

Li dema ku ew piştgiriya xwe bo Tirkiyê tîn zimên, hevalbendên NATOyê dibêjin ew çaverêya bêtir kar ji hevalbenda xwe dikin.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG