Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY jibo Jenosîda ser Êzîdîyan Komîteyeke Lêkolînê Ava Dike


Jineke Êzîdî û zarokên wî ber bi Rojava ve dimeşin
Jineke Êzîdî û zarokên wî ber bi Rojava ve dimeşin

Pişko Şemsî yek ji çalakvanên mafê mirovan e ku xebatên girîng jibo Kurdan dike.

Şemsî ku di heman demê de hiqûqnasek e, li navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) li Cenevre beşdarê civînên ser rewşa Kurdên Êzîdî û Şengalê bû.

Em jî ligel Şemsî peyîvîn ku hin zanyarîyên derheqa civîna taybet ya di 1ê Îlonê de wergirin ku li ser Îraqê û taybetî jî ser êrîşên DAÎŞ hatibû kirin.

“Di civînê de du mijar hatin nîqaş kirin; alîkarîya mirovahî divê were zêde kirin û lekolîna jenosîdê divê destpê bike.”

Şemsî dîyar dike ku endamên NY biryar dan ku komîteyeke lêkolinê ava bikin ku ev komîte ji îro heta Newroza 2015 lêkolînan bikin û piştre rapora xwe pêşkêşî NY bikin.

"Ev rapor we bibe raporeke fermî ya NY. Weke gava yekê pir giring e jiber ku dikare bibe sîwanekê bo hemî hewldanên hiqûqi. “

Şemsî bang li hiqûqzanên Kurd kir ku li ser malwêranîya Êzîdîyan xebateke baş bikin.

“Divê hiqûqzanên Kurd hewl bidin ku yek bi yek bi Êzîdîyan re biaxvin ku bizanin ka çend kesê wan mirine, çend kes hinda ne, çend kes revandine. Jibo rapora jenosîdê agahîyên vî rengî gelek girîng in."

KHF_9_17_14
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:08 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG