Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAÎŞ 49 Dîlên Tirkîyê Azad Kirin


Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu got, 49 karmendên konsulxaneya wê li Mûsilê û hevwelatîyên Tirkîyê ku ji 6ê Hezîranê de li cem Dewleta Îslamî dîl bûn, hatine azadkirin.

Davutoglu got, ew hemû dîl bi selametî gihiştin Tirkîyê, lê wî negot ka çawa hatine azad kirin û ka eger Tirkîyê (serane) yan pere li hember azadkirina wan daye. Davutoglu got, azadkirina wan ji encamê şêweyê taybet yê karê Ajansa Zanyarîyên Tirkîyê bû. Ji aliyê xwe ve, Serokê Tirkîyê Receb Tayb Erdogan got, ew kes bi operasyoneke serketî ya bi dirêjahîya şevê de hatin azadkirin.

Tirkîyê endama hevbendîya NATO ye û jibo beşdarîyê di hevbendîya li dijî Dewleta Îslamî de dûdil bû, jiber 49 hevwelatîyên wê li cem wan teroristan girtî bûn.

32 şoferên Tirk ku li roja 6 meha Hezîranê hatibûn girtin û piştî mehekê hatin azad kirin. Enqere çi zanyarî li ser azadkirina wan nedabûn.

XS
SM
MD
LG