Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jibo Bibin Mertalên Zindî Wê Ji Stenbolê Herin Sînorê Kobanê


Li Stenbolê bi xwepêşandaneke ku bi hezaran kesan beşdarî lê kir, êrîşên rêxistina terorîst DAIŞ’ê yên ser bajarê Kobanê yê Kurdistana Sûrîyê hatin şermezar kirin.

Li meşa ku roja Yekşemê li ser kolana Îstîklal ya Taksîmê pêk hat, xwepêşanderan piştevaniya xwe ya jibo berxwedana li Kobanê nîşandan û gelek ciwanên beşdar ragihandin ku ew amade ne li dijî DAIŞ’ê parastina Kobanê bikin.

Dayikên Kurd pankarta “DAIŞ’a qatil, hevkar AKP’ hilgirtin û bang li civata navnetewî hate kirin ku êrîşên DAIŞ’ê yên ser Kobanê bidin rawestandin.

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Stenbolê Emrûllah Bîngul, li bal kişand ser tometên ser hikûmeta Tirkîyê ku alîkariya DAIŞ’ê dike.

“Êdî eşkere derketiye holê ku çeteyên DAIŞ’ê li ser navê dewleta Tirkîyê bi Kurdan re şer dikin. Li hember van êrîşan êdî meş, daxuyanî û dirûşm ne çare ne. Êdî emê zêde gotinê nekin, emê roja Çarşemê tevî dostên Kurdan bi tevlîbûneke zêde ji Stenbolê herin sînorê Kobanê û bibin mertalên zindî.”

Dayikeke Kurd ji Dengê Amerîka re peyivî û bang li civaka navnetewî kir.

“Divê êdî li hember van êrîş û komkujiyên ser Kurdan bêdeng nemînin û bilez bikevin tevgerê.”

Xortê Kurd Ercan Agirî jî diyar kir, “Kurd jibo azadiya xwe hem ji aştîyê re, hem jî ji şer re amade ne.”

Piştgirî jibo Kobanê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:45 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG