Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hereketa Azadî li Stenbolê Êrîşên DAIŞ’ê Şermezar Kirin


Endam û rêvebirên Hereketa Azadî ku xwe wek tevgereke îslamî û Kurdistanî didin nasîn, roja Yekşemê li Stenbolê bi daxuyaniyekê êrîşên DAIŞ’ê yên ser Kobanê û deverên din şermezar kirin.

Wan bi nivîs û dirûşman bal kişand ser êrîşên berdewam yên DAIŞ’ê ku li ser bajarê Kobanê yê Kurdistana Sûrîyê berdewam in û piştevaniya xwe jibo berxwedana şervanên Kurd nîşandan.

Di daxuyanîya Hereketa Azadî de wiha hate gotin.

“Ti eleqeya vê tundiya DAÎŞ’ê ku êrîşan li ser erdnîgariya Kurdistanê dike û qetlîamên li hemberî neteweya Kurd pêk tîne, bi nirxên bingehîn yên însanî û îslamî re tune ye. Lewma jî em radigihînin ku li kîjan parçeyê Kurdistanê dibe bila bibe, em li hemberî van êrîşan in ku li ser gelê me têne kirin.”

Herwiha bang li hikûmeta Tirkîyê jî hate kirin ku divê astengiyên li ber şandina alîkariyan rake û tevgerên sîyasî yên Kurd jî êdî bi navê terorê pênase neke.

Rêvebira Hereketa Azadî Nazê Bawerî ji Dengê Amerîka re got, “Hikûmeta Tirkîyê di alîkariya xelkê Kobanê ku sînor derbas kirine de, li gor penaberên din cudaberîyê dike. Lewma jî divê vê valahiyê ew bixwe tije bikin û çi pêwîst be jibo wan bikin.”

Hereketa Azadî Protestoyekê li Stenbolê Pêk Tîne
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:40 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG