Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ewropa Metirsiya DAÎŞ Dide Ber Çavan


Berpirsên Ewropî ku çavlirê ne meha bê li hev com bin, wê hewl bidin ku pirsyara herî dijwar guftûgo bikin. di dema ku bumbebaran li ser armancên DAÎȘ dibe, çawa ewê nehêlin çekdarên DAÎȘ yên xwedî pasportên Ewropî vegerin wir ji bo tolvedanê.

Li Berlîn, YAN St. Pierre serokê nivîsîngeha cîbecîkirina kompaniya MOSECON dibêje:

“ Metirsiya rastî ewe çîrokên çekdarên biyanî yên ku xelk vegerin û piștgrî û rahênana DAÎȘ li rojhilata navîn li vir wekû êrîș bikar bînin. Ez bawerim metirsî eve.”

Ew dibêje, sîstema Ewropa parastinê ya xurt renge êrîșan ji ser axa xwe vegerîne, ku berpirsên Yeketiya Ewropa jê haydarin. Lê xelkê Oropî û sîmbolên wan li derve ji berê de bûne armanc ji êrîșan re.

Hefteya borî, geștiyarekî Cezaîrî hate serjêkirin, piștî ku çekdaran ji Frensa xwestin di bombebaran li ser DAÎȘ de beșdar nebin.

Li Amerîka, berdevkê wezareta berevaniya Amerîka Edmîral JOHN Kirby, dibêje ji rawestandina êrîșkirinan dijî DAÎȘ re bijar nîne:

“ Wê kedek a rijdî ji hemî aliyên beșdar bête xwestin, em bawerin em behsa salan dikin, ez nikarim jimarekê destnîșan kirî bidim, lê ew ne tișteke ku emê di nîrê rojan an hefteya an mehan de bikin.”

Lê hin șîrovekar li rojhilata navîn dibêjin, hilmeta demdirêj ticarî nikare DAÎȘ tune bike, belê renge wan xurtir bike. Rêvebirê afraqndinên stratîcî yên Amerîkî li Beyrût,Kemal Wazên dibêje:

“ Tu nikarî hema bêjî wê ev bi salan dirêj ke.drêjkirina bi salan wê alîgiran ji wan re peyda ke bêhtirî hilweșandina bingehên terorîstan, dive tu demek a desnîșankirî bide.”

Wazên diyar dike ku Helmeta leșkerî ya niha ew bi derngî ketiye û hînjî ne bese, û dibêje, bombebarn nikarin wan tune bikin ,ewên ku bi dehhezaran çekdarên xwe dest dane ser bireke mezin ji Iraq û Sûriyê, li gel çekên giran:

“dema tu dibêjî ezê șerê terorîsmê bikin,ew tê wateya ku dive tu șerê terorîsmê bikî.divê tu bi hemi hêza xwe șer bikî, dive tu șer ji esman de bikî û hin caran li ser erdê jî.”

Eger welatên Rojava nexwazin hezan bișîne ser erdê, li gor Wazên, wê gave pêwîstiya wan bi hevkariya li gel hikûmeta Sûriyê heye da ku șerê DAÎȘ bikin:

“ Ew bi awakî berdewanm texmîn dikin ku rawestana șer li Sûriya û dîtina çareyekê siyasî li gel hikûmeta niha ya Sûriyê ew renge baștirîn rê ye ji bo aramî û seqamgîriyê li Herêmê.”

Lê parastin li hundirê Sûriyê di bin desthelata Esed de dirêj nake,eger șerê wan sedemên nearamî û bi rewșa xerab û idyolojiya tundrew nebe wek ku șerê çekdaran dibe.

Jibo guhdarîkirina vê raportê bi dengê Salih Demîcer, lînka jêrîn klîk bikin.

islamic state
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:00 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG