Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Şer û Sîyasî li Rojavayê Kurdistanê


Li Rojavayê Kurdistanê berên şer bi rengekî germ berdewam dike.

Li herêma Cezîrê di bin 29 mehê de bajarê Tilkoçer li rastî êrîşek daşê hat. Di encamê de 3 gund ketin destê DAÎŞ û 27 şervanên ji hêza Şemir ya di bin sîwana YPG de ye, dîl hatin girtin.

Ji alîyekî din ve, balafirên koalîsyona navnetewî bargehên DAÎŞ li herêma Tilkoçer û Rabîa bi 3 êrîşan bombebaran kir û ew jî bû sedema ku hêzên pêşmerge û YPG li ser qadê pêşve herin.

Rewşa şer li Rojava ritma pêşveçûnên sîyasî jî germ dike. Encûmana xwecihî ya Kobanê di daxuyanîke nivîskî de damezrandina hêzeke leşkerî ragihand.

Komîta seroktîya ENKS li bajarê Qamişlo civîneke awarte dar xist.

Endamê Komîteya Seroktîya ENKS Mistefa Meşayix sedemên civînê û derbarê daxuyanîya ENKS li Kobanê wiha diaxife:

“Em wek seroktîya ENKS ji hêza leşkerî ya li Kobanê ne agahdar in û civîna me ya îro bêtir jibo alîkarîya penaberên Kobanê bû.”

Nakokîyên sîyasî di navbera ENKS û Rêvebirîya Xweser rewşa Kobanê û Rojava aloztir dike, ne xasim ku ji Tilkoçer ta Kobanê li rastî êrîşên DAÎŞ tên.

Peyamnêr Zana Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:01 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG