Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye jibo Şerê DAÎŞ’ê 3 Şertan Dide Pêş Koalîsyonê


Dijî êrîşên DAÎŞ’ê yên ser Kobanê û nezelalîya helwesta hikûmeta Tirkîyê, Kurd bi protestoyan dengê xwe bilind dikin ku dixwazin di zûtirin demê de rêya alîkarîyê were vekirin.

Di vê demê de ku protestoyên piştevanîya Kobanê dibin sedema alozîyeke mezin, hijûmeta Tirkîyê jî hîn helwesta xwe ya li nav Koalîsyona dijî DAÎŞ’ê eşkere nekiriye.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di serdana penaberên Sûrîyê de, dide xuya kirin, ti guherînek di helwesta wan de çênebûye û 3 şert danîn ber hevalbendîya dijî DAÎŞ’ê.

“Kobanê dike ku bikeve. Me 3 tişt xwestin. Yek, divê herêmeke ji firînê re qedexe were ragihandin. Didu, divê li dorûbera wê herêmê jî herêmeke bi ewle were çêkirin û li Sûrîyê û Îraqê hêzên opozîsyona nermrê bi şêwaza leşkerî werin perwerdekirin.”

Serokwezîr Ahmet Davutoglu jî di daxuyanîyên xwe yên dawî de, balê dikişîne ser alîkarîyên mirovî jibo penaberên Sûrîyê, lê derîyan ji alîkarî û destwerdaneke leşkerî ya ser DAÎŞ’ê re digire.

Kurd helwesta hikûmeta Tirkîyê ya ser Kobanê, wek dijberîya mafên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê û Tirkîyê dinirxînin, loma jî pêvajoya aştîyê niha bi xeterîyekê re rûbirû maye.

Hêz û partîyên Kurd bi taybet dixwazin di zûtirin demê de Tirkîye helwesta xwe dîyar bike û li gor qanûna ji parlemanê derxistîye tevbigere û rê bide hêzên leşkerî derbazî Kobanê bibin.

ST_10_8_14
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:23 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG