Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şerê Giran li Kobanê Berdewam Dike


Çalakvanên Sûrî û karbidestên Kurd dibêjin, şervanên Kurd ketine nav şerekî giran jibo parastina bajarekî xwe yê li ser sînorê Tirkiyê û ber xwe didin da ku pêşketina mîlîtanên Dewleta Îslamî rawestînin.

Şerê jibo Kobanê her berdewam dike, tevî ev bûye du hefte ku Amerîka û hevalbendên xwe êrîşên esmanî li bajêr û derdora wê didin. Li gorî tê xuyakirin, bandoreke biçûk ya van êrîşan li ser pêşketina mîlîtanên Îslamî ber bi bajêr ve heye.

Do Îniyê, mîlîtanan girtin ser avahiyekê ku Kurdan wekî navendeke ewlekarî ji xwe re bikar tanîn, tê de polîsxane û ofîsên şadedarî û hikûmeta xwecihî cih digirtin.

Karbidestekê Kurd bi navê Îsmet Şêx Hesen got ku piraniya pevçûnan li başûr û rojhilata bajêr pêk hatin. Wî da zanîn ku rewş xirab e û banga alîkariya navneteweyî kir.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji dema çekdarên Dewleta Îslamî êrîş li dijî Kobanê berî dora sê hefteyan destpê kirine, bi kêmî 500 kes hatine kuştin û bêtirî 200 hezar kes neçar mane ku birevin Tirkiyê.

XS
SM
MD
LG