Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brahîm Mislim: DAÎŞ Hemû Kobanê Kontrol Nekiriye


Brahîm Mislim nuha li Murşidpînarê dimîne.
Brahîm Mislim nuha li Murşidpînarê dimîne.

Roja Yekşemê jî şerê giran navbera şervanên Kurd û çekdarên rêxistina Dewleta Îslamî (DAÎŞ) li bajarê Kobanê berdewam kir. Li gorî tê ragihandin, çekdarên rêxistina tundrê li hinek deverên bajêr êrîşên giran dibe ser Kurdan.

Lê êrîşên asmanî yên Amerîkî, ku vê dawiyê zêde bûne, alîkariya didin şervanên Kurd ku pêşketina DAÎŞ rawestînin, li gorî ku çalakvan dibêjin.

Çalakvanê siyasî û endamê Koalisyona Sivîl ya Sûrî Brahîm Mislim ji Dengê Amerîka re dibêje ku şervanên Kurd ligel hinek yekîneyên Artêşa Azad bi tena xwe şerê DAÎŞ dikin û ti alîkarî ji wan re nehatiye.

Birêz Mislim dide zanîn ku êrîşên asmanî yên Amerîkî li hinek taxên Kobanê didin û ev yek jî dihêle ku DAÎŞ cihê tevgera xwe biguhere.

Jibo guhdarîkirina dirêjahiya vê hevpeyvînê, fayla deng ya jêrîn klik bikin.

Hevpeyvîn bi Brahîm Mislim re
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:33 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG