Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Qebûl Dike Bingehên Wê li Dijî DAÎŞ Werin Bikaranîn û Şer li Kobanê Berdewam Dike


Karbidestên berevaniya Amerîkî dibêjin, Tirkiyê qayîl bûye ku hêzên hevpeymaniyê bingehên leşkerî yên welêt bikar bînin jibo destpêkirina operasyonan li dijî mîlîtanên Dewleta Îslamî (DAÎŞ) li Îraq û Sûriyê.

Karbidestan do Yekşemê got ku ew çaverê dikin di nav vê rêkeftinê de Bingeha Incirlik ya asmanî hebe. Ev bingeh dora 100 kîlometran dûrî sînorê bakur rojavaya Sûriyê dikeve.

Wezîrê Berevaniya Amerîka Chuck Hagel got ku bikaranîna wê bingehê yek bû ji tiştên ku Amerîka ji Tirkiyê daxwaz kiriye.

Li ber e tîmeke Pentagon vê hefteyê berê xwe bide Tirkiyê jibo vê planê bidawî bike. Ev plan tê, piştî gotûbêjên hefteya bûrî navber karbidestên Tirk û generalê xaneşîn John Allen û karbidestê Wezareta Derve Brett McGurk.

Amerîka dawiya Tebaxa bûrî dest bi êrîşên asmanî dijî rêxistina Dewleta Îslamî li Îraqê destpê kir, û paşê asta wan êrîşan berfireh kir û Sûriyê jî meha bûrî da ber xwe.

Hemdem, li bajarê Kobanê şerê giran di navbera şervanên Kurd û çekdarên Dewleta Îslamî îro Duşemê berdewam kir. rêxistina tundrê sê trimbêl li hêla rojhilata bajêr teqand.

Ev bûye bêtirî du hefteyan ku êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê bi rêvebiriya Amerîka li dijî mîlîtanên Îslamî li Kobanê didin.

Di şerê îro Duşemê de bi kêmî çar mîlîtan hatin kuştin, li gorî rêxistina Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov.

XS
SM
MD
LG