Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pevçûn di Navbera Polîs û Xwepêşanderan de li Hong Kongê Derdikevin


Polîs û xwenîşanderên demokrasîxwaz li Hong Kong îro Şemiyê ketin nav şer û pevçûnan, li vê dema ku çalakiyên çalakvanên opozisyonê li devera Mong Kok ya vê herêmê berdewam kirin.

Karbidest dibêjin, 25 kes hatin girtin û 15 efserên polîs di pevçûnên sibehê zû de birîndar bûn.

Komisyonerê Polîsê Hong kong Andy Tsang dibêje, polîs bi tundî wan kesan şermezar dike ewên ku beşdarî vê komcivîna neqanûnî bûn û rê li ber polîs girtin û devera Mong Kok vê sibehê û do bişev dager kirin. Ew herwiha dibêje, kiryarên ji vî rengî ne aştiyane ne, ne jî bêtund in. Lê belê ew ziyanê digihînin ewlekariya giştî li herêmê.

Sê efserên polîs roja Îniyê jî birîndar bûn, li dema ku hêzên polîs hewil didan bi hezaran xwenîşander kontrol bikin, ewên ku vedigeriyan devera Mong Kok.

Mong Kong devereke biçûk e ku xwepêşanderên demokrasîxwaz ew bikar anîne jibo pêkanîna çalakiyên xwe.

XS
SM
MD
LG