Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO: Veksîna Ebola Tê Amade Kirin


Berpirseke mezin ya Rêxistina Saxlemiya Cîhanî (WHO) dibêje, bidestxistina Veksînekî ji bo nexweșiya Ebola, dê bingehek agahiyan ava bike, ka ewê ta meha Berçele bimînin aram û di warê ezmûnî be berî dawiya Çelle bêne bikaranîn an na.

Dr. Marie Paule Kieny, alîkara birêvebirê giștî yê WHO dibêje, birêvecûnên ezmûnî yên pilankirî anjî di warê cîbicîkirinê de ne li Ewropa, Afrîqiya û Amerîka ku li gel hev bihêlin di nava hikûmetan de bikaranînek a rastîn ji Vaksîna Ebola re bête pejirandin.

Dr. Kieny roja Sêșemê ji peyamnêran re li Cinêvê got, eger diyar bû ku veksîn aram e, wê bi deh hezaran li Rojavayê Afrîqiya di meha Çelle de bikarbînin;

Peyvdara Rêxistina Saxlemiya Cîhanî Fadela Chaib jî soz da ku pêdaçûneke giștî di șașiyên ajansê pêk bîne di derbarê belavbûna Ebola de ku heta nuha bêhtirî 4500 kes pê hatine kuștin.

XS
SM
MD
LG