Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jiber Rêklaman, Cihûyên Radîkal Êrîşî Otobasan Dikin


Cihûyên Orthodox yên radîkal. (arşîve)
Cihûyên Orthodox yên radîkal. (arşîve)

Polîsê Israîlî dibêje,bi dehan Cihûyên Orthodox yên radîkal êrîș kirin basên ku bi rêklaman piștgiriya bawermendiya jinan dikin li cihekî pîroz li Orșelîmê.

Peyvdarê polîs Micky Rosenfeld roja Sêșemê got, bûyer șeva berê qewimî, dema ku 50 mêrî bi çoyan li basan dan û tekerên wan daxistin. Êrîş li taxeke Orşelîmê bi navê Mea Shearim pêk hat.

Rêklam ji aliyê jinên grûpa Wall hatibûn danîn. Ev rêxistin doza wekheviya jin û mêran dike, li dîwarê rojavayê Orșelîm pîroztirîn cihê ku Cihû lê nimêjê dikin.

Di bûyera roja Dușemê de tundrewan gotinên wek “Dawiyê li wêneyên berbat bînin” li ser basan nivîsîn.

Tundrewên ayînî yên Cihû li ser hewildanên wan jibo cudakirina jin û mêran di cihên giștî de têne rexnekirin.

XS
SM
MD
LG