Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

24 Kes Jiber Êrîşên Esmanî yên Hikûmeta Sûrî Hatin Kuştin


Rêxistineke mafên mirov ya Sûrî dibêje, êrîşên asmanî yên hikûmeta Sûrî do Şemiyê li ser parêzgeha Humsê, bi kêmî 24 kuştî li dû xwe hişt.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov îro Yekşemê got ku 18 kes di nav de jin û zarok di encama bombebarankirina bajarokê Teblîsa de hatin kuştin. 16 kes ji ewên kuştî endamên heman malbatê ne.

Şeş kesên din jî di êrîşên asmanî li ser gundê Waîr hatin kuştin. Sê ji wan mirovên hev bûn.

XS
SM
MD
LG