Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Federal Pênasînê bi Zewaca Heman Cinsî li 6 Wîlayetên Din Dike


Dozgirê Giştî yê Amerîka Eric Holder do Şemiyê ragihand ku ewê hikûmeta federal pênasînê bi zewacên heman cinsî li şeş wîlayetên din bike.

Ew wîlayet jî ev in: Alaska, Arizona, Idaho, North Carolina, West Virginia û Wyoming.

Kesên hevcinsbas yên şûkirî nuha dibin xwedî maf jibo jimareke sûdmendiyên hikûmeta federal wekî Ewlekariya Civakî û sûdmendiyên kesên dêrîn.

Wexteke zûtir vê mehê, Dadgeha Bilind ya Amerîka red kiribû ku guhdariya pêdaçûnên biryarên rewakirina zewacên hevcinsbaz li wan wîlayetan bike.

Hikûmeta federal nuha pênasînê bi zewacên heman cinsî li 32 wîlayetan û Washingtona paytext dike.

XS
SM
MD
LG