Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Şerê Kobanê de Pirtir jî 800 Kes Hatin Kuştin


Bizavkarên Sûrî dibêjin, ji destpêbûna şerê navbêra mîlîtanên Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DÎÎŞ) û şervanên Kurd yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) vir ve pirtir jî 800 kes li Kobanê hatin kuştin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (ÇSMM) ku bingeh li Londonê ye roja Yekşemê ragihand ku dora 500 cîhadî û pirtir jî 300 Kurd di şer de hatine kuştin.

Di vê hejmara ÇSMM de kuştîyên ji encama êrîşên esmanî tuneye ku tê texmîn kirin 550 yan jî zêdetir kes hatine kuştin ku piranîya wan jî endamên DÎÎŞ in.

XS
SM
MD
LG