Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

El Sîsî: Artêş ligel Polîs Dê Parastina Dezgehên Hikûmetê Bikin


Serokê Misirê ferman daye artêşê ku tevlî hêzên polîs bibe jibo parastina dezgehên hikûmetê yên girîng li hember êrîşên terorîstî.

Serok Ebdulfettah el Sîsî ev ferman îro Duşemê derxist.

Biryara serokê Misirê hate piştî zincîreke êrîş ji aliyê mîlîtanên Îslamî ve li dijî polîs û leşkeran. 30 leşkerên Misirî di êrîşeke roja Îniyê de ji aliyê mîlîtanên Îslamî ve li bakurê Nîvgirava Sîna hatin kuştin. Ev êrîş ya herî kujer bû li dijî artêşa Misirê di nav dehên salan de.

Di fermana nû de tê gotin ku leşker dê tevlî polîsan bibin jibo parastina dezgehên dewletê bo dema du salan. Ewê ev dezgeh wekî bingehên leşkerî werin dîtin. Êrîşbirên ser van dezgehan jî dê li pêş dadgehên leşkerî werin darizandin.

XS
SM
MD
LG